image

PeyamaKurd – Fermandariya hêzên hewayî ya êrîşên kureyî (AFGSC) ya Amerîkayê ragihand ku wan ceribandina fuzeya balîstîk ya navqitayan ya bi navê Minuteman III kirine.  AFGSC di ragihandina xwe de weha got:

“Ceribandina fuzeyê yek ji xebatên perîyodîke ku Amerîka dixwaze ji bo ber li êrîşên nukleerî bigre û baweriyê bide hevkar û hevparên xwe. Ceribandinên weha berê ji 300 carî zêdetir me kiriye û ev ceribandin ne ji ber encama pêşdeçûnên dawiyê yên kureyîne.”

Fuze, ji baregeha hêzên fezayî ya ku li Vandenbergê ya Kalîforniyayê hat avêtin, fuze bê sîlihe, 6.760 km rê çûye û li hedefa xwe ya li Kwajaleinê li Girava Mercanê xistiye. Fuza Minuteman III, weka mifta cebilxana artêşa Amerîkayê ya stratejîk tê qebûlkirin. Menzîla fuzeyê ji 9.660 km yan zêdtire û di sietê de dikare 24 hezar km rê here.

Ceribandina fuzeya Minuteman III, wê di wexta ku Pelosi here Tauwanê bihata kirin lê ji ber ku li hemberê Çînê nebe bêrêzî, Amerîka ceribandinê paşde xistibû.