image

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve raportek hat parvekirin û di raportê de hat eşkerekirin ku dibe ew leşkerên Afxan ên ji aliyê Amerîkayê ve hatine perwerdekirin, agahiyan bidin hêzên derve.

Li gorî raporta ku ji aliyê Komarperestên Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê ve hat parvekirin, dema Amerîka ji Afxanîstanê vekişiyaye, guman heye ku leşkerên herî baş ên artêşa Afxanîstanê yên li peyî xwe hiştine, agahiyên hîn bûne, bi hêzên derve re parve bikin.

Bi berdewamî tê diyarkirin ku heger heye ew leşkerên xwedî agahiyên hesas ên di derbarê çalakiyên Amerîkayê de agahiyan bidin Rusya, Çîn û Îranê.

Her wiha tê eşkerekirin ku dema rayedarên Amerîkayê ji Afxanîstanê vekişiyane, ji bo plansaziya tehliyekirinê bê amadekarî bûne û ji bo tehliyeyan amadehiyên têr bikin jî nekirine.