image

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Need Price do Pêncşemê diyar kir; Washington ji Tirkiyê re negotiye eger Enqere mercên Washingtonê pesend bike, Amerîka amade ye qebûl bike ku Tirkiye bibe xwedî sîstema berevaniya moşekî ya S-400 a Rûsî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

Need Price eşkere kir: “Em car din tînin ziman ku ev mijar ligel pîvanên Peymana Bakurê Atlasê (NATO) nagunce.”

Price destnîşan kir: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir, Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê û jê re gotiye ku nabe sîstema S-400an bikire.