image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di rêya telefonê de bi serokê Ukraynayê Zelenskiy re axifî û got ku wê bi miqdarê 625 mîlyon dolarî alîkariya leşkerî bide Ukraynayê. Eger Amerîka vê paketa 22em ya leşkerî bide Ukraynayê, bi temamî miqdarê alîkariya heya îro ya Amerîkayê dike 17,5 mîlyar dolar.

Koşka Sipî di mijarê de ragihand ku wê Amerîka ti carî îlhaqa li ser axa Ukraynayê nasneke û Biden vêya ji Zelenskiy re gotiye. Di daxwyaniyê de weha hat gotin:

“Serok Biden îro soz da ku wê sîstemên topên HIMARS ê, muhîmmat, alavên zirxî û hinek çekên din bi bihayê 625 mîlyon dolarî bişîne Ûkraynayê û Ukrayna heya xwe li hemberê Rûsya biparêze, soz daye ku wê destekê bide Ukraynayê.

Biden gotiye her kî destekê bide îlhaqa axa Ukraynayê, amade ye ku dorpêçan deyne ser wan kes, û saziyan, peymana Îstenbolê bi dilxweşî qebûl dike û Biden xebatên xwe yên ji bo azadî û demokrasiya Ukraynayê di qada navdewletî de xwe dewam dike.”

Li gor wezareta karên derve ya Amerîkayê; paketa 22em ya alîkariya Amerîkayê ji bo Ukraynayê wê ji enwantera wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bê kirin.