image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken di hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê Sûdanî de got ku ew piştgirî didin ji nû ve hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re ku ji bo gotûbêjên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 78emîn li New Yorkê bû, civiya.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya derbarê naveroka civînê de ragihand, “Blinken daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye, piştevaniya aramiya Herêma Kurdistanê bike û hemahengiyê biparêze.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Blinken piştgiriya Amerîkayê ya ji bo ji nû ve hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê re dubare kiriye.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de Blinken vexwandina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden a ji bo Sûdanê gihandiye Qesra Spî.

Wekî din, Blinken, di posta xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî X (Twitter) de got: "Em bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civiyan da ku li ser hevkarîya xwe ya stratejîk gotûbêj bikin û pêşkeftinên li ser mijarên aborî û ewlehiyê ji civîna me ya dawî ya li Munchenê binirxînin. Amerîka li gel hikûmeta Iraqê kar dike ji bo avakirina aramiya navçeyî û bextewariya gelê Iraqê.”