image

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki li ser hevdîtinên nukleerî yên ku li Viyanayê dimeşin ragihand ku rêvebiriya nû ya Îranê bi daxwazên êrênî neçûne civînê. Psakî li Koşka Sipî civîna çapemeniyê ya rojane kir û pirsa bersivand.

Psaki ragihand ku Amerîka her wext terefdarê çareseriyên dîplomatîke. Psaki got; ev cara heftaye ku hevdîtin çêdibin û weha dewam kir:

“Rêvebiriya nû ya Îranê bi erênî xwe nêzî me nekir. Di hevdîtina cara şeşan de, ji bo pirsgirêkên herî xahmet jî pêşniyarên aferîner hatin kirin. Mixabin di hevdîtinên vê hefteyê de, tewrê Îranê ne yê çareseriya pirsgirêkan bû. Eger Îran heya terefdarê lihevkirinê be, wê Amerîka li pey peymana sala 2015 an here.”