image

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, bi serokerkanê Amerîkayê Mark Milley û bi rêvebirên leşkerî û bergiriyê yên 47 welatan re tevlî civîna ‘Grûba Temasê ya Bergiriya Ûkraynayê’ bûn. Piştî civînê, di rêya video-konferansê de Austin û Milley derketin ber çapemeniyê û ragihandinên nûh kirin.

Austin ragihand ku wê 20 welatên din alîkariya sîlihên nû ji bo Ûkraynayê bikin. Her weha di vê civînê de Awûstûrya, Bosna Hersek, Kosova, Kolombiya û Îrlanda jî hebûne ku welatên navborî di civîna berê de tinebûne. Li ser pirsen ku di civîna çapemeniyê de hatin kirin Austin agahiyên weha da:

“Welatên tevlî civînê bûne bi biryarin û ji bo alîkariya Ûkraynayê gelek tiştên xweş ragihandin. Wê 20 welatên din alîkariya sîlihên nû ji bo Ûkraynayê bikin. Gelek welat wê alîkariya guleyên topan, sîstemên parastina peravan, tank û alavên din ji bo Ûkraynayê bexş dikin.”

Austin her weha sipasiya xwe ji bo Danîmarkayê kir ku wê ji bo parastina peravên Ûkraynayê fuzeyên Harpoon û Lançeran bidin. Her weha sipasiya Çekyayê kir ku wê alîkariya tank, roket û helîkopteran bike.

Wezîr ragihand ku wê Norweç, Yûnanistan, Polonya û Îtalya sîtemên topên nû û muhîmmatên din bidin Ûkraynayê.

Serokerkanê Amerîkayê Milley jî bi şerê Ûkrayna re behsa heyiyên Amerîkayê yên leşkerî ku li Awrûpa hene ragihand. Milley got ku li Awrûpayê 102 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Milley weha dewam kir:

“Bi hesêb vê sibê; li herêma EUCOM ê li dora 102 hezar leşkerên me hene. Li Derya Baltik û Derya Sipî 24 keştiyên me yên şer û di wan de 15 hezar leşkerên deryayî hene. 12 fîloyên balafiran û 2 tûxayên muharebe yên hewayî hene. Di sehayê de 2 qolordî, 2 tumen û bi miqdarê 6 tûxay taximên me yên muharebê hene.”