image

PeyamaKurd – CNN a Amerîkayê ragihand ku bi sedema êrîşa sîberî rêvebiriya Amerîkayê xeta petrolê ya Colonial Pipeline daye rawestandin. Heman xeta petrolê rojane ji Hûstonê bo lîmana deryayê ya New Yorkê ji 100 mîlyon galonê zêdetir benzîn û berhemên petrolê rewane dike.

Şîrketa pêwendîdar ragihand ku xebata xetê demkî daye rawestandin û sedem jî ew tehdîda teknîkî ku bandorê li sîstema xetê dike, bo kontrol bike daye rawestandin û ji dewrê derxistiye.

Şîrket bo lêpirsînê bi şîrketekî ewlehiya sîberî re peyman girêdaye û bi dezgeyên federal re ketiye nav têkiliyan.

Di êrîşên weha de rêvebiriya Amerîkayê, carna Rûsyayê û carna ji êrîşên sîberî Çînê berpirs girtiye.