image

PeyamaKurd- Midûriya Mûşekan a Heşda Şeibiyê daxuyand ku di êrişeke Amerîkayê ya li Îraqê de 3 endamên wan hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amerîkayê êrişeke esmanî biriye ser herêma Curf en-Nesrê ya li ser wilayeta Babîlê diwan êrişan de 3 endamên Heşta Şeibî hatine kuştin, 5 jî birîndarbûne. 

Heşda Şebî grûpeke Şîe ye û nêzîkî Îranê ye. 

Li aliyê din, piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişên tên.

Amerîka jî carinan bersivê dide van êrişan û grûpên nêzîkî Îranê dike armanc.