image

PeyamaKurd – Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand ku wan piştî hevdîtinên ligel opozîsyon û deshilata Venezuelayê biryar daye ambargoya ser petrola Venezuelayê sivik bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Washingtonê piştî hevdîtin û peymanên ligel saziyên dewletê yên Venezuelayê û opozîsyona wî welatî, qebûl kiriye ku dorpêçên ser petrola Venezuelayê sivîk bike.

Hatiye diyarkirin ku kompaniya Chevron a Amerîkî  lîsansa hilberîn û derxistina petrola Venezuelayê heta 6 mehan wergirtiye û dê bi vî awayî rewşa aborî ya gelê Venezuelayê hinekî baştir bike.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku di hevdîtinên li Meksîkayê hatine kirin de, li ser mijarên rakirina dorpêçên ser perwerdehî, tenduristî, ewlehiya xurekê û hin mijarên din jî lihevkirin çêbûye.