
PeyamaKurd – Piştî hat gotin ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê amadekariya şer dike, Amerîka bertekekî tehdîdwarî nîşanî Rûsyayê da. Berê Rûsya gotibû ku Ûkrayna bibe endamê NATO yê û li Ûkrayna sîlihên NATO yê bicîh bibin, tenê 7 deqe dimîne ku NATO an Amerîka karibe li Moskovayê bixe an ku fuzeyên wan di 7 deqeyan de bigihê Moskovayê. Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken weha got:
“Eger Rûsya li hemberê Ûkraynayê bêhtir êrîşker tevbigere, em amade ne ku bedelên giran bi Rûsyayê bidin dayîn. Nîşan hene ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê planên êrîşker çêdike û em ji ji wan nîşanan bi endîşe ne.”
Berê li ser ku Rûsya leşkerên xwe li ser sînorê Ûkraynayê kom kiribû, sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg Rûsyayê tehdîd kiribû û gotibû eger Rûsya êrîşê ser Ûkraynayê bike, wê bedeleka giran bide.