image

PeyamaKurd- Piştî gefên Rusyayê yên bikaranîna çeka nukleerî, ji aliyê Amerîkayê ve li dijî Rusyayê gefeke mezin hat xwarin. Amerîkayê ragihand ku di vê hegerê de ew ê yekîneyên wan ên deryayî û bejahî tune bikin.

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, piştî banga seferberiya beşkî li welatiyên xwe kiribû, gefa bikaranîna çeka nukleerî xwaribû ku di şerê li dijî Ukraynayê de bi kar bîne.

Li ser vê yekê, Dîrektorê Berê yê CIAyê û Generalê Malnişîn ê Artêşa Amerîkayê David Petraeus, gef li Rusyayê xwar.

David Petraeus,li ser mijarê di qenala televîzyonê ya ABC Newsê de axivî û ragihand ku heger Vladimir Putin li Ukraynayê çeka nukleerî bi kar bîne, ew ê Amerîka û hevkarên wê, hemû yekîne û cebilxaneya Rusyayê ya li Ukraynayê ji nav bibin û dê komkeştiya Rusyayê ya li li Deryaya Reş jî noqî avê bikin.

Her wiha Petreaus da zanîn ku di hegera ku radyasyon li welatên NATOyê yên bin sîwana xala 5emîn belav bibe de ew ê NATO vê yekê wekî êrîşa li dijî xwe qebûl bike.