image

PeyamaKurd- Ji ber bûyera kuştina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, ji aliyê Ofîsa Hebûnên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê (OFAC) ve dorpêça li dijî hin Îraniyan hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê OFACê ve hat dayîn, ji ber sedema ku di protestoyên Îranê yên ji bo Jîna Emînî hatine kirin de destwerdana tundî û destdirêjiyê li jinan hatiye kirin, wan Teşkîlata Polîsên Exlaqê û hin rêveberên payebilind ên saziyên ewlehiyê yên Îranê, kiriye nav lîsteya dorpêçê.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber ku Teşkîlata Polîsên Exlaqê, mafên xwepêşandanê yên jinan ên ku bi awayekî aştiyane dikirin binpê kirine, ev dorpêç hatine danîn.

Di nav daxuyaniyê de li ser kuştina Jîna Emînî jî hat rawestandin û hat gotin ku “Polîsên Exlaqê, ji mirina Jîna emînî ya 22 salî ku ji ber pêçana lêçeka wê hatibû binçavkirin, berpirsiyar in.”

Di hûrgiliyên daxuyaniyê de navên ku ketine lîsteya dorpêçê, wiha ne:

Gerînendehê Polîsên Exlaqê Muhammed Rostemi Keşmeh Gaçi, Wezîrê Îstîxbarat û Ewlehiyê Îsmail Katip, Alîkarê Fermandarê Hêzên Basijê Salah Abnuş, Alîkarê Gerînendehê Ewlehiya Giştî Kasım Rezai, Fermandarê Hêzên Bejahî Kiyumars Heydari û Gerînendehê Çarmehalê Manuçer Amanullahî

Hat zanîn ku di çarçoveya van dorpêçan de dê têkiliyên bazirganî ya bi van kesan re qedexe be û hemû mal û milkên wan, ji aliyê Amerîkayê ve hatine cemidandin.