image

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, di derbarê biryara Tirkiyeyê ya ji bo betalkirina civîna peymana sêalî ya di navbera Swêd û Finlandiyayê de ya ji bo demeke nediyar, daxuyaniyek da.

Ji Ned Price, di daxuyaniya rojane ya çapemeniyê de li ser pirsa,

“Gelo Washington dê piştgiriyê bide endambûna gengaz a Finlandiyayê ya ji bo Hevbendiyê bêyî Swêdê?” bersiv da û got ku ev mijareke hipoteknîk e û wekî din şîroveyek nekir.

Price, diyar kir ku pirsgirêkeke bi vî rengî, di rojeva wan de tuneye û got ku "Her tim li ser Finlandiya û Swêdê nîqaş tê kirin."

Ned Price da zanîn ku ew dixwazin tifaqeke 28 endaman, veguhere NATOya 30 endamî.

Price, Li ser pirsa “Gelo rêveberiya Amerîkayê, rawestandina hevdîtinên sê alî bi rayedarên Tirk re têkilî danîn yan na? got ku "Hevdîtin nehatine betalkirin, hatin taloqkirin."

Ji aliyê din ve Price ev daxuyanî da: “Ev ji bo Finlandiya, Swêd û Tirkiyeyê, derfetek e ku binirxînin li ku derê ne. Eşkere ye ku em dixwazin ev şêwirdarî berdewam bin. Di destnîşankirina vê peymanê de em bi şanazî bi wan re bûn, lê di dawiyê de em ne alîgirê vê peymanê ne. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ev e ku Finlandiya û Swêd ji bo bicihanîna sozên xwe yên di çarçoveya peymana sê alî ya bi Tirkiyeyê re gavên berbiçav havêtine.”