image

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkiyê, pêşwazî li biryara asayîbûna têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û vegerandina balyozên herdu welan bo Tel Avîv û Enqerê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Balyozxaneya Amerîkayê, îro 17ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew di çarçoveya normalbûna pêwendiyên Îsraîl û Tirkiyê de, bi biryara şandina balyozan bo herdu welatan kêfxweş bûne.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro 17ê Tebaxê eşkere kir ku di her waran de hemû têkiliyên fermî yên Îsraîlê bi Tirkiye re asayî bûne û wan biryara şandina balyozê xwe bo Enqerê daye.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî ew agahî piştrast kir û ragihand, wan biryara şandina balyozê xwe bo Îsraîlê daye.