
PeyamaKurd – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) ragihand ku xwepêşanderên di protestoyên Jîna Emînî de hatine girtin û bi îdamê têne darizandin îşkence li wan tê kirin.
Li gorî rapora Amnesty girtiyekî bi navê Mehdî Mohhadifard rûbirûyî êrîşa zayendî bûye û hatiye derpkirin.
Amnestyê daye zanîn ku Mohammadifard Ê 19 salî 2yê Cotmehê hatiye girtin û di bedena wî de gelek şopên îşkenceyê û êrîşa zayendî hatine dîtin.
Javad Rouhî yê 31 salî ku ji ber beşdariya xwepêşandanan hatiye girtin jî rastî îşkenceyeke tund a hêzên Îranê hatiye.
Amnestyê daye xuyakirin ku Arshia Takdastan ê 18 salî jî di bin çavan de gelek caran hatiye derbkirin û îşkence lê hatiye kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên rastî îşkenceya hêzên îranê hatine mafê wan ê hilbijartina parêzeran jî nadin û ji ber hincetên darizandinê yên ‘Dijatiya Xwedê, li rûyê erdê gendelî’ nikarin biryarên îdamê bibin temyîzê jî.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ji destpêka xwepêşandanên Îlona 2022yan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, herî kêm 488 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku li gorî hin amaran ew hejmare nêzîkî 600 kesan e.
Li aliyê din herî kêm 107 xwepêşanderên girtî jî bi xeteriya îdamê re rûbirû ne.