image

PeyamaKurd - Li gor zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, îro, di 26ê Mijdara 2023an de, piştî çend seetan ji destpêkirina geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Dîmeşqê, careke din geştên wê yên asmanî ji ber bombebarana artêşa Israîlê hatin rawestandin.

Rewangehê ew yek jî piştrast kir ku teqîneke din jî li Balafirxaneya Serbazî ya Mezeyê li aliyê din ê paytextî hatiye bihîstin.

Ji 22ê Cotmehê ve, ji ber êrîşên Israîlê ku rêya serekî ya firînê ya balafirxaneya welatê Sûriyeyê kiriye armanc, tevaya geştên asmanî li balafirxaneya wî welatî hatine rawestandin.

Herwesa êrîşên hevdem ên eynî rojê Balafirxaneya Navneteweyî ya Helebê jî ji kar xistiye, vê yekê jî wesa kiriye ku Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê hemî geştan ji bo Balafirxaneya Laziqiyeyê veguhêze.

Serê sibeha îro roja Yekşemê jî, wê balafirxaneyê dest bi karê xwe kiriye, piştî ku ji bo dema zêdetirî mehekê geştên wê hatibûn rawestandin. Ji destpêşa şerê ji sala 2011an ve, Israîlê bi sedan êrîşên asmanî kirine ser Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê û komên nêzî Tehranê kirine armanc ku Hizbulaha Libnanî jî yek ji wan e.