image

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê li bajarê Odessa ya Ûkraynayê xist û di encamê de 3 kesan kuşt û 27 kesan birîndar kir. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê; artêşa Rûsyayê di wexta şevê de bi fuzeyên seyrê, fuzeyên Îskender yên balîstîk û bi dronên Îranê yên bi navê Shahed-136/131 ku bêmirov tên bikaranîn, li deverên Harkov û Odessayê xistine.

Sîstemên hewayî yên Ûkraynayê 2 fuzeyên seyrê û 20 balafirên bêmirov xistine. Di encamê de 3 sîvîl mirine û di nav wan de 2 ji wan zarok 27 kes birîndar bûne.