image

PeyamaKurd – Piştî Talîbanê Afxanistanê xist destê xwe, mijara koçberan gelek caran di navbera Yekîtiya Awrûpayê û Tirkiyê de dibe problemekî mezin. Herî dawiyê Kibrisa Rûman û Awûstûrya di mijara koçberan de Tirkiyê sûcdar kirin. Di mijarê de wezîra Awûstûryayê yê di YA yê de Karoline Edtstadler weha got:

“Ti kes nikare li YA yê şantajê bike. Ne Tirkiye, ne Belarûs û ne welatekî dinê yê dinyayê. Tirkiye di rêya zorê de, koça koçberan li hemberê YA yê weka alavekî zorê bikartîne.”

Li aliyê dinê wezîrê karên derve yê Rûman Nikos Hristodulidis jî xwest ku alîkariya YA yê dide Tirkiyê bê birîn.