image

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) serlêdana doza bodrûmên Cizîrê ku sala 2015an dema qedexeya derketina derve bi dehan kes di bodrûman de hatibûn kuştin, red kir.

Li gorî ragihandina AYMê ku di Rojnameya Fermî ya dewletê de hatiye weşandin, sedema redkirina vekirina dozê wekî temamnekirina belgeyan di dema xwe de hatiye nîşandan ku heman tişt di vekirina doza komkujiya Roboskê de jî wekî hincet hatibû nîşandan.

Li ser navê xizmên bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Giştî yê ÎHDê parêzer Ozturk Turkdogan bi delîlên ku binpêkirina mafê jiyanê, azadiya kesane û ewlehiyê, bibpêkirina mafên bingehîn û azadiyan û serederiya xirab serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.

Dadgeha Destûra Bingehîn, li ser biryara xwe ya bi dîroka 21 Nîsana 2021an de ragihand ku di dema serlêdanê de ji parêzeran re dem hatiye diyarkirin ku belgeyên kêm amade bikin, lê parêzeran di vê heyama qanûnî de ku 45 rojan dom kir, kêmasiyên belgeyên dozê rast nekirin û ji ber vê yekê serlêdan hat redkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 14ê Kanûna 2015an qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû û di vê qedexê de gelek kesan di bodrûman de ji ber operasyonên hêzên dewletê can dabûn.