
PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de, di şerê ku derketibû gelek leşker ji her dû aliyan hatibû kuştin û îro cenazê 6 leşkerên Ermeniyan ji aliyê Azerbeycanê de hat şandin ji bo Ermenistanê. Komîsyona Azerbeycanê ya ji rehîn û wendayiyan berpirs ya Azerbeycanê mijarê weha ragihand:
“Di navbera 12-14 ê êlûnê de, di şerê ser sînor de di navbera leşkerên Ermenistanê û Azerbeycanê de leşkerên hatibûn kuştin, ji wan cenazen 6 leşkerên Ermenistanê piştî kontrola cesedên wan hat kirin, hat dîtin ku di bedena wan de derb tineye û me teslîmê Ermenistanê kir. Wê teslîmkirina cenazeyên Ermeniyan dewam bike.”
Azerbeycan berê ragihandibû ku cesedên 127 leşkerên Ermenistanê teslîmê Ermenistanê kirine.