image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Deutsche Welle ya Almanya; serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev ragihandiye ku wê xaza heya niha dişîne Yekîtiya Awrûpayê wê du car zêdetir bike. Aliyev, bi munasebeta vekirina xeta xazê ya Yunanistan-Bulgaristanê ku sibê wê bi awayekî fermî vekin, ragihandiye ku di mijara zêdekirina xazê ya du car li ya ku îro dişînin, li pişt soza xwe ye. Aliyev peyamê da YA yê ku di rojên teng yên enerjiyê de hevkarekiye ku bawerî pê tê anîn.

Aliyev, bi sedema vekirina xeta xazê ya ku xazê ji Yûnanistanê bibe Bûlgaritanê li bajarê Sofya ye. Aliyev vekirina xetê weka bûyerekî dîrokî binav kir û şandina xaza Azerbeycanê jî weka derfetekî ragihand.

Xaza ku ji Hazarê dertê, di ser Tirkiyê de diçe Yûnanistanê- Bûlgaristanê. Ew xeta navbera her dû dewletan ya bi navê IGB ê 182 km dirêje û wê di serî de di salê de 3 mîlyar m3 û paşî kapasîta wê derxin 5 mîlyar m3 an.