image

PeyamaKurd – Li Amerîka li Kalîforniyayê balafira ku ket ser otobanê, agir pêket û şewitî. Balafir bi yek motorekî bû û ket nav alavên ku di otobanê de di rêya xwe de diçûn. Li gor ragihandina Îtfaiya Kalîforniyayê balafir ketiye ser otobana li bajarê Coronayê ser kolana Buena Vista yê. Di bûyerê de ajotvan û rêwî bê tiştek bi wan were rizgar bûne.

Piştî mudaxeleya Îtfaiyê agirê balafirê hatiye vemirandin û li ser bûyerê lêpirsîn destpêkiriye. Ajotvan gotiye ku ji ber ariza motorê mecbûr maye ku xwe deyne ser rêya otobanê.