image

PeyamaKurd – Li gor dezgeya çapemeniyê MAKAN ê ya Îsraîlê ragihand; çavdêrên trafîka hewayî ya navdewletî balafira ku aîdê general Haftere, do li Tel Avîvê li balafirgeha Ben Gurionê danî.

Balafir 2 siet li balafirgehê maye û car din bi hewa ketiye. Çavdêr negotin bê di balafirê de kî hebûne û çûne ku derê. Peyamnêrê leşkerî yê MAKAN ê Itay Blumental, do di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha gotibû:

“Jeta taybet ya Hafter ya tîpa P4-RMA li Kibrisa Rûman piştî ji bo mijarên dîplomatîk rawestiya, çû balafirgeha Ben Gurion ê. Piştî 2 sietan balafir car din dageriya Kibris a Rûman.”