image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku balafira şer a Rusyayê, ji bo pêşîlêgirtina li binpêkirina sînoran 2 balafirên şer ên Amerîkayê li Deryaya Baltîkê rabûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Behra Baltîkê 2 bombeyên bi tîpa "В-52Н" yên hêzên asîmanî yên Amerîkayê ji aliyê pergalên parastina asîmanî ya Rusyayê ve hatin tesbîtkirin.

Bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku"Balafirên Su-35 ên yekîneyên berevaniya asîmanî ya Herêma Leşkerî ya Rojava, ji bo pêşî li binpêkirina sînorê dewletê yên Federasyona Rusyayê were girtin, rabûn. Ev balafir li qada diyarkirî ya li asîmanî bi cih bû. Balafira Rusyayê vegeriya. Baregeha asîmanî piştî ku balafirên şer ên biyanî ji sînorê dewletê dûr ketin."

Hat destnîşankirin ku balafira şer a Rusyayê, li gorî rêgezên navneteweyî yên di derbarê bikaranîna qada asîmanî de firiya û hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn binpêkirinên sînor bên kirin.