image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Bûlgaristanê ragihand ku balafireka wan ya tîpa Su-25 nêzî baregeha Bezmerê, di dema xwe datanî balafirgehê ket. Balafir di dema perwerdê de siet di 14.00an de ket. Ajotvanê balafirê di dema balafir ji kontrola wî derket, xwe bi kursiyê avêtinê ji balafirê avêtiye û rizgar bûye.

Li gor ragihandina serdozgerê Bûlgaristanê Siyka Mileva, di dema ku ajotvan balafirê datanî, balafir ji kontrolê derketiye.