image

PeyamaKurd- Ji ber ku balafira leşkerî ya koma çeteyên Rusyayê Wagnerê ya berê, li balafirgehê ji pîstê derket, 140 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, balafira veguhestina leşkerî ya Ilyushin IL-76 a girêdayî koma çeteyên Wagnerê ya Rusyayê, di dema daketina xwe de ewil ji balafirgehê derket û piştre agir pê ket. 

Hat diyarkirin ku di ketina balafira ku endamên Malî û Wagner tê de bûn de 140 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di balafira ku piştî ket xwarê de pîlotekî Rus jî jiyana xwe ji dest daye û dibe ku qeza ji ber xerabûna tanka sotemeniya balafirê derketibe.

Li gorî hat zanîn, ew balafir berê aîdî Koma Wagnerê bû û bi qasî hefteyekê beriya qezayê radestî hêzên asîmanî hatibû kirin.