image

PeyamaKurd – Di 24 ê mehê de an ku duhî li Cenevreyê rêvebirên  Amerîka, Almanya, Îngîltere û Fransayê bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgritî yê Sûriyê bi Geir Pedersen re ji bo pirsgirêka Sûriyê gotûbêj bikin, civiyan. Civîn ji bo çapemeniyê girtîbû, di asta balyozan de bû lê di encamê de her 4 welat bi hevre daxwuyaniyekî hevbeş dan. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku:

“Em desteka xwe ya li ser krîza Sûriyê ya ji bo nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Geir Perdersen ku di çarçovceya biryara NY ya 2254 de dixebite da çareseriyekî siyasî li Sûriyê bike, dubare dikin.”

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku pêdivî bi guhertin û amadekirina şertan li Sûriyê heye da li seranserê Sûriyê agirbes bibe, kesên keyfî di bin çavde ne bên berdan, hilbijartina adil û azad çêbibe, biryara NY ya jimare 2254 bicîh were, koçber û kesên di nav welat de yên ji ser cîh û warên xwe bûne, bi serbilindî dagerin ciyên xwe û ji bo wan şertên li gor standardên NY bên amadekirin, divê pêkwerin.

Li ser civînê Pedersen di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî parvekir û got pêngavên ku karibin baweriyê çêbikin di civîna di çarçoveya biryara NY ya jimare 2254 de, li ser pêşdeçûn û pirgirêkên li Sûriyê, di civîna bi balyozên Amerîka, Fransa, Îngîltere û Almanya re ku çêbûye, bilind nirxand.

Pedersen, di 23 yê mehê de ewilî bi serokê komisyona muzakereyan yê Sûriyê bi Bedir Camûş re û bi serokê komisyona destûra Sûriyê ya muxalefetê bi Hadi el Bahra re li Cenevrê civîn kiribû.