image

PeyamaKurd – Serokwezîra welatê Estonyayê Kaja Kallas, nerazîbûna xwe bo serokên dewletan nîşan da ku hîn jî bi rêya telefonê ligel Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn diaxivin.

Kallas ji malpera Euractiv re axivî û got, di demeke ku şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin dewam dike de, ti wateya ku serokên dewletan bi rêya dîplomasiya telefonê bi Pûtîn re diaxivin nîne.

Serokwezîra Estonyayê Kallas got: “Ji ber ku her kes dixwaze bi Pûtîn re biaxive, ew jî xwe wekî navenda balkişandinê dibîne. Ti encamek ji vê dernakeve. Piştî ewqas trafîka telefonan bûyerên Bûça û Îrpînê rû dan. Ti nîşaneyeke kêmbûna şer nîne.”

Herwiha Kallas destnîşan kir, heger her kes lê bigere ew jî peyama ku tenê hatiye hiştin nastîne û ger hûn dixwazin wî bitenê bihêlin êdî lê negerin.