image

PeyamaKurd – Li ser medya Tirkiyê di van rojan de tê munaqeşekirin bê serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan dikare cara sêyem bibe namzedê serokkomariya Tirkiyê an na, ragihandina fermî hat kirin! Li ser mijarê wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ ragihand ku namzedê wan Erdoğan e û namzediya wî li gor qanûnan rewaye.

Wezîrê dadê Bekir Bozdağ li ser namzediya serokomariya Erdoğan ya ji bo sala 2023 an ku dibêjin cara sêyem nerewa ye Erdoğan bibe namzed weha got:

“Namzedê me serokkomar Erdoğan e û namzediya wî rewa ye.”