
PeyamaKurd – Îro li eyaleta Belûcistanê ya bi ser Îranê ve xwepêşandan û hem meşekî mezin weka raperînekî çêbû. Xelk di kolanan de meşiya û qêriya:
“Kurdistan, Kurdistan, em te destek dikin
Kurd ne bi tenê ne, Belûcî we destek dikin.”
Ji 16 ê êlûnê ji roja şehîdkirina keça Kurd Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê polîsê Îranê de, heya niha li Belûcistanê meş û xwepêşandanekî weha mezin nebûye ku Belûcî destekê dan Kurdan.
Belûcistan weka Kurdistanê di navbera Îran, Pakistan û Afxanistanê de welatekî perçekiriye.