image

PeyamaKurd – Piştî ku biryara hilweşandina parlamentoya Îsraîlê hat dayîn, herdu partiyên koalîsyonê yên Yamîna û Yîş Atîd ên Îsraîlê biryar dan, posta serokwezîrtiyê bo Wezîrê Derve Yair Lapîd û posta karûbarên rûbirûbûna dijî rejîma Îranê jî ji serokwezîrê niha Naftalî Bennett re bimîne.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku 20ê Hezîranê herdu partiyên hevpeymanên hikûmetê biryara hilweşandinê dan, heta hilbijartinan Yair Yapid wek serokwezîrê hikûmeta demkî hatibû destnîşankirin.

Medya Îsraîlê eşkere kiriye ku wê Neftalî Bennett jî bibe serokê peymangeha Îsraîl a dijî rejîma Îranê.

Herwiha wê Yair Lapid hem wekê serokwezîr hem jî wekî wezîrê derve yê Îsraîlê li ser kar bimîne.

Tê çaverêkirin ku hilbijartinên pêşwext ên Îsraîlê ku di nav 3,5 salan de 5emîn car in têne kirin, dawiya payîza 2022yan werin kirin û li gorî rapirsînên Îsraîlê dibe partiya Netanyahû piraniya dengan wergire û car din were ser kar.