image

PeyamaKurd – Serwîsa Ewlehiyê ya Ûkraynayê (SBU) ragihand ku ew tîma kuştinê ya ku wê wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksii Reznikov û kesên di asta bilind de yên artêşa Ûkraynayê bikuştina girtine. Di ragihandinê de hat gotin ku tîmên îstîxbarata bi ser artêşa Rûsyayê GRU yê xwestine rêvebirên artêşa Ûkraynayê yên di asta bilind de bikujin û weha dewam kir:

“Êrîşker xwe amade dikirin da wezîrê welatê me yê bergiriyê, serokê îstîxbaratê û aktîvîstê naskirî yê Ûkraynayê bikujin. Ji bo herkesê bikuştina ji 100 heya 150 hezar dolar soz dabûn wan.

Tîma kuştinê ya sûîqastê ji bo tevgerên xwe veşêrin, di sînorê Belarûsê de katine axa Ûkraynayê. Îstîxbarata Ûkraynayê ketina wan ya ser axa Ûkraynayê yek ji ciyên kontrolê dema ketin Volyn ê, hevdîtinên wan yên bi hevkarên wan re tesbît û qeyd kir. Ji bo ber li êrîşekî ji dil bigrin, îstîxbarata me li bajarê Kovelê tîma wan girt. Her 2 kesên niha hatine girtin, ji sûcên îxaneta weten û kuştina mirovan ya bi zanîn tên sûcdarkirin.”

Kesên hatine girtin li ser wan pasaportên Rûsyayê hene.