image

PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, 14 Gulanê ji bo hilbijartinên seroktî û parlamentoyê destnîşan kir, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro 25ê Çile derbarê roja hilbijartinan de daxuyanî da.

Çelik di bernameyeke televizyonê de ragihand, “Êdî teqez bûye ku wê hilbijartin di 14ê Gulanê de bê kirin û Serokomarê me jî 14ê Gulanê telefuz kiriye û erka wî ya biryardana roja hilbijartinan heye.”

Omer Çelik li ser ewlehiya sindoqên hilbijartinê ku partiyên opozîsyonê jê bi fikar in jî got ku wê nûnerên partiyan û hemwelatî li ser sindoqan bin û pirsgirêka ewlehiyê nîne.