image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan berya here tevlî Zîrwe ya NATO yê bibe, heyetekî di bin serpereştiya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu de dişîne Lîbyayê.

Di heyeta Tirkiyê de Mevlut Çavuşoğlu, wezîrê bergiriyê Hulusi Akar, wezîrê karên hundir Süleyman Soylu, serokerkanê Tirkiyê Yaşar Güler, serokê MİT ê Hakan Fidan, serokê daîra ragihandinê yê serokkomariyê Fahrettin Altun û berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın hene.

Seredana Lîbyayê dê rojane be û herkes bi hemkarê xwe re hevdîtin bike. Heyet her weha dê bi serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamid Dibeybe û bi serokê Konseya serokatiya Lîbyayê Muhammed el-Menfî re hevdîtinan bike.