
PeyamaKurd – Serokomarê Amerîkayê Joe Biden bi peyamekê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji nû va wek Serokomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin pîroz kir.
Biden di daxuyaniya xwe de da zanîn û got:
“Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo careke din hat hilbijartin pîroz be.
Wek Hevalbendên NATOyê, ez li bendê me ku li ser mijarên dualî û kêşeyên hevpar ên gerdûnî xebatên hevpar bidomînin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di peyama xwe ya li ser Twitterê de diyar kir:
“Ez hilbijêrên li Tirkiyeyê ji bo jinûve bijartina Serokomar Erdogan û tevlîbûna ku kevneşopiya demokratîk a Tirkiyeyê ya kûr nîşan dide, pîroz dikim. Tirkiye hevalbend û hevkarekî hêja yê NATOyê ye. Ez li bendê me ku bi hikûmeta ku ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve hatiye hilbijartin re xebatên me bidomin.”