image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi welîehdê dewleta Îmaratan bi Zayed El Nahyan re axifî û li ser hevkariya navbera her dû dewletan rawestiya. Ragihandin ji Koşka Sipî hat kirin.

Di ragihandinê de hat gotin ku Biden bi sedema nêzîkbûna salvegera 50em ya serxwebûna Îmaratan Nehyan pîroz kiriye û weha dewam dike:

“Biden di axaftina xwe de, bo xebata bi hevre ya Amerîka û Îmaratan weka xebatên fezayî, kêşûweha, bergiriyê û heya ewlehiyê El Nehyanî pîroz kiriye.

Di axaftinê de bo kêmkirina gengeşeyên li Afxanistanê, Îran û Rojhilata Navîn û babeta aştiyê, mijarên wan bûne û Biden di behsa normalîzebûna têkiliyên navbera Îmaratan û Îsraîlê de girîng nirxandiye.

Biden desteka xwe bo normalîzebûna têkiliyan ragihandiye û her weha li ser alîkariya krîza mirovî ya li herêma Tigrayê ya Etîyopyayê, li ser tevgeryana bi hevre hemfikir mane.”