image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Washingtonê serokê Fransayê Emmanuel Macron qebûl kir û li Koşka Sipî hevdîtinekî kir. Biden û Macron piştî hevdîtinê derketin ber çapemeniyê û Biden got:

“Eger Putin bixwaze şerê li Ûkraynayê biqedînê ez amade me pê re biaxifim.”

Di hevdîtina her dû lîderan de mijara sereke ya hevdîtinê şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de bû. Her dû serok ragihandin ku wê desteka wan ya ji bo Ukraynayê dewam bike. Putin weha got:

“Tekane rêya ku şer biqedînin divê Rûsya leşkerên xwe ji Ûkraynayê vekişîne. Putin rêya şer bijart û bedelên giran dide. Di heman demê de li Ûkraynayê tehrîbateka zêde dike.

Niyeta min tine ku bi Putin re danûsitendinan bikim lê ger niyeta wî hebe ku şer biqedîne ez amade me pê re biaxifin. Lê hêj nehatiye wê astê. Eger tiştekî weha bibe, ez ê bi dostên xwe yên Fransiz û NATO re di nav têkiliyan de bim, di mêjiyê Putin de çi derbas dibe ez ê bibînim.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî got ku biryar ya Ûkraynayê ye û wê ti carî tawîzên ku qebûl nekin ji wan nexwazin.