image

PeyamaKurd – Piştî êrîşa ser dibistanê ya li Nashville, serokê Amerîkayê Joe Biden ji kongra Amerîkayê xwest ku çekên êrîşê li Amerîkayê qedexe bikin. Biden li ser êrîşa ser dibistanê got ku êrîş ciyê xemgîniyê ye, kabûsa herî mezin ya ser malbatê ye. Biden her weha got ku divê zêdetir tişt bên kirin û êrîş civakê perçe dike.

Biden got ku divê dibistan bêhtir bên parastin û bangî kongrê kir da çekên êrîşê qedexe bikin.

Di êrîşa ser dibistana bi ser dêra li Nashville ya bi navê Dêra Covenant Presbiteryen de, di êrîşê de 3 zarok û 3 mezin bi temamî 6 kes miribûn. Êrîşker, jineka 28 salî bû û li serê 2 çekên nîv otomatîk û demançekî hatibû bidestxistin.