image

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden biryara girtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn parast.

Biden got, biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn rewa ye.

Biden diyar kir, Pûtîn bi eşkere "sûcê şer" kiriye, her çend qanûnên Dadgeha Cezayê Giran a Navneteweyî ji aliyê gelek welatan û di nav wan de ji aliyê gelek welatan ve nehatibe naskirin jî, ev biryar "nîşaneke gelekî xurt" e.

Dîrektorê Ragihandinê yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby ku li ser mijarê di televizyona CNNê da nirxandin kirin, bersiv da pirsa "Heger Vladîmîr Pûtîn were Amerîkayê wê li gor biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amerîkayê bê girtin an na?" û da zanîn, ne mimkun e Serokê Rûsyayê were Amerîkayê.

ICC ku li Lahey a Hollanda ye, bi hinceta sûcên şer ên li Ukraynayê kiriye, biryara girtinê ji bo Pûtîn da.

Di biryara xwe ya roja Îniyê de, dadgehê biryar da ku veguhestina hejmareke mezin ji zarokên li Ukrayna di bin dagirkeriya Rûsyayê de dijîn ji bo Rûsyayê sûcê şer e û Pûtîn berpirsiyariya kesane ya van tawanan e.