image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li Lûtkeya G7an a li bajarê Hîroşîma yê Japonyayê birêve diçe, bi Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelensky re hevdîtinek pêk anî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di hevdîtinê de ji bo xurtkirina hêzên ukraynî li hemberî hêzîn rûsî soza şandina çek û cebilxaneyên nû da Ukraynayê.

Biden got ku ew dê ji bilî çekên giran, topan û wesayîtên zirxî yên şer jî ji Ukraynayê re bişînin.

Di Lûtkeya G7an de jî hate ragihandin ku ew dê piştevaniya dîplomatîk û leşkerî bo Ukraynayê bidomînin ta ku aştiyê ji nû ve dabîn bikin.