
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo li herêmê gengeşî kêm bibe, bang kir ku Îsraîl û Fîlîstîn ber bi hev ve gavan bavêjin. Blinken piştî seredana Misrê çû Îsraîlê. Di demên dawiyê de êrîşên ser Îsraîliyan zêde bûne, li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat kuştin zêde bûye. Piştî Blinken û Netenyahu hevdîtina xwe temam kirin, her dû bi hevre derketin ber çapemeniyê.
Di daxwuyaniya her dû lîderan de, têkoşîna li dijî Îranê ya bi hevre derket pêş. Blinken ragihand ku Amerîka bi xwurtî baweriya xwe bi Îsraîlê tîne û ji bo Îran çekên nukleerî bidest nexe, di mijarê de her dû welat hemfikrin. Blinken ragihand ku Îran alavên hewayî dide Rûsyayê û di şerê Ûkrayna de sîvîl tên kuştin û bi heman şêweyî Rûsya jî çekan dide Îranê.
Blinken got ku ji bo Îsraîl bi welatên Ereb re têkiliyên xwe normal bike, wê bi hevre bixebitin û entegrasyona Îsraîlê bi welatên Rojhilata Navîn re xebata wan ya li pêşe. Blinken weha got:
“Dema têkiliyên Îsraîlê bi dewletên Ereban re normal bibe, ev nabe alternatîfa aştiya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê. Ji bo azadiya wekhev, derfeta wekheviyê, asayiş, adalet û şerefe, divê her dû teref girêdayê stratejiya çareseriya avakirina du dewletî bin. Di, mijarê de Amerîka li ser soza xwe ye. Her pêngava me ji vêya dûr bixe, zerarê dide ewlehiya Îsraîlê û demokrasiya Yahûdiyan.
Divê herkes terefdarê aramiyê be, gengeşeyê kêm bike ji ber di demên dawiyê de gelek can hatin dayîn.”
Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu ragihand ku Amerîka û Îsraîl du demokrasiyên xwurtin. Dunya tev dibîne ku Îran çawa li ser hemwelatiyên xwe şiddetê bikartîne û şiddetê îxracê derve dike. Divê Îran çekên nukleerî bidest nexe.