image

PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Johnson, bi serdaneke ji nişke ve derbasî Kievê bû. Hat diyarkirin ku Johnson ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy civiyaye û piştgiriya Brîtanyayê ragihandiye.

Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku wî bi Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Johnson re li Kievê hevdîtin kiriye û da zanîn ku şer çiqas dirêj bibe jî heta ku Ukrayna bi ser bikeve, dê piştgiriya Brîtanyayê ji bo wan berdewam be.

Zelenskiy destnîşan kir ku Johnson dostê Ukraynayê ye û wiha got: "Ez ji Boris Johnson ê dostê rastîn ê Ukraynayê re dibêjim 'tu bi xêr hatî Kievê'. Boris, spas ji bo piştgiriya we."

Her wiha hat ragihandin ku Johnson serdana bajarê Borodyanka yê ku girêdayî herêma Kievê ye û şopên şer lê hene jî kiriye.