image

PeyamaKurd – Bûlgaristan bi sedema ku sîxuriyê dikin 70 dîplomatên Rûsyayê yên ku di konsulxaneya Sofya de dixebitin, wan ji welatê xwe derdixe. Ragihandin ji aliyê serokwezîrê hukumeta devjikarberdayî Kiril Petkov, de hat kirin.

Petrov ji meclisa Bûlgaristanê nikaribû bawermendiyê bigre û daxwaznama îstîfa xwe da serokkomar. Petkov ragihand ku her yek ji wan dîplomatan ji bo berjewendiyên biyaniyan dixebitin û weha dewam kir:

“Piraniya van dîplomatan ji bo agahiyan ji serwîsên din re bidin hev dixebitin, ji xwe re parêzbendiya dîplomasiyê bikartînin. Eger hukumetên biyanî destê xwe bixin nav karê me, em jî tewrê xwe zelal aşkera dikin. Kiryarên me ne li hemberê xelkê Rûsya ye.”

Bûlgaristan berê jî 10 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxistibû.