image

PeyamaKurd – Civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê ku ji şandên opozîsyon û rejîmê pêk tên di gera xwe ya 6an de ji 18ê Cotmehê ve berdewam dikin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê bo Sûriyê Geir Pedersen destpêka gera 6an de ragihandibû ku aliyan cara yekemîn li ser reforma nû ya destûrê li hev kiriye ku ligel hevdu destûrê amade bikin.

Di civînên doh 20ê Cotmehê de, hevserokên şandên opozîsyona Sûriyê û rêveberiya Şamê jî cara yekem ligel hev li dor heman maseyê bi seroktiya Geir Pedersen rûniştin û wêneyê wan ji medyayê re hat belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, civînên Cenevê yên bi çavdêriya NY bi beşdariya 50 endamên her du aliyên opozîsyon û rejîma Sûriyê 30yê Cotmeha 2019an dest pê kiribûn û gera pêncemîn a civînan de bi beşdariya Koma Biçûk a Komîteya Nivîsandina Destûrê bi tevlîbûna her 45 endamên koma biçûk birêve çûbû.