image

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku di hevdîtina li Brukselê de, rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo çareserkirina kêşeyan heta meha Îlonê dem daye Erdogan ku gavan bavêje.

Li gorî nûçeya derbarê mijarê de ku bi zarê çavkaniyên rêveberiya Amerîkayê hatiye belavkirin, rêveberiya Amerîkayê spartek daye ber Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daku heta meha Îlonê bê kêmasî wan pêk bîne.

Çavkaniyên Amerîkî diyar kirine, “Heger Erdogan/Tirkiye tiştên ji wan hatine xwestin heta sê mehan bicih neyîne, wê dema civîna Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ku meha Îlanê tê lidarxistin, Koşka Spî ji bo hevdîtinê civanê nede aliyê tirk.”

Herwiha hatiye gotin ku Biden hevdîtina ligel Erdogan a li Koşka Spî jî bi şert danîye ber ku heta Îlonê pirsgirêkên navbera aliyan bên çareserkirin.

Çavkaniyên Amerîkî dane xuyakirin ku Amerîkayê şertên xwe li Brukselê pêşkeşî aliyê Tirkiyê kirine.