
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi sedema hatina cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê ji serokê Herêma Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî re şand. Çavuşoğlu di peyama xwe de Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û xwest ku cejna Newrozê bibe wesîla aştiyê û biratiyê. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Çavuşoğlu di nama xwe de cejna Nêçîrvan Barzanî pîroz kiriye û Newrozê remza çavkaniya dîrokê ya nûhbûnê, vejînê, lihevkirinê û dilxweşiyê binav kiriye.
Çavuşoğlu di peyama xwe de balê kişand ser erdheja 6 ê sibatê ku mexdûrên erdhejê cejna Newrozê de, di wî halî de dijîn, ciyê xemgîniyê ye û bi sedema erdhejê ku Nêçîrvan Barzanî seredana herêma erdhejê kiriye, sipasiya wî kir.
Çavuşoğlu di nameya xwe de bi sedema Newrozê ji bo Tirkiyê û dinyayê aştî, bextewerî û ji bo Nêçîrvan Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê tenduristiyê, dilxweşiyê û bexetweriyê xwestiye.