image

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Cezayîrê ragihand ku Taywan perçeyekî ji axa Çînê ye û Komara Çînê tekane nûnerê rewa yê Taywanê ye. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Cezayîrê, serkonsolosê Cezayîrê yê li Pekînê Hasan Rabhî bi nûnerên dîplomatîk yên welatên Îslamî re di 4 ê tebaxê de seredana herêma otonom ya Ûygûra Sincanê ya Çînê kiriye û bersiva pirsê li wê derê daye. Serbalyoz Rabîhî weha got:

“Taywan perçeyekî ji axa Çînê ye û tekane nûnerê wê hukumeta Çînê ye, tekane hukumeta qanûniye ku temsîla Çînê dike, di biryara Neteweyên Yekgirtî de di biryara jimare 2758 an de aşkera heye.”

Di daxwuyaniya balyozê Cezayîrê yê Çînê de hat gotin ku Çîn di sala 1949 an de hatiye avakirin, dewleta Amerîka jî di nav de 181 dewlet li ser bingeha ‘Yek Çîn’ ê heya niha têkiliyên dîplomatîk hatine danîn, civaka navdewletî li serê lihev kiriye û normekî navdewletiye.