image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Cezayîrê ve hat ragihandin ku Serokomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebbun, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, wekî mêvanê rûmetê vexwendî Lûtkeya Yekîtiya Ereban kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn, Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Ramtam Lamamra, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 77emîn de ku li New Yorkê tê rêvebirin, ligel Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov hevdîtinek kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdulmecid Tebbun, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, wekî mêvanê rûmetê vexwendiye Lûtkeya Yekîtiya Ereban.

Hat zanîn ku di hevdîtina herdu wezîran de nameya vexwendinê hatiye radestkirin û li ser mijarên siyasî yên navneteweyî guftûgo hatine kirin.