image

PeyamaKurd –  Piştî ku wêneyên Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel, yên ligel endamê PKKê Volkan Bora li ser medya Tirk hatibûn belavkirin, dosyeya rakirina parêzbendiya wê ji parlamentoyê re hatibû şandin. Piştî AKP, MHP û IYIPê CHPê jî helwesta xwe ya bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel eşkere kir.

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo rakirina parêzbendiya parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel fermana lezandinê û darizandina wê ji endamtiya rêxistinê dabû û fezlekeya wê ji bo Komisyona Dadê ya parlamentoyê hatibû pêşkeş kirin. 

Berdevkê partiyê û Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Faik Oztrak ragihand ku ew dê di dengdana rakirina parêzbendiya Guzel de dengê belê bidin û got, "Teror xeta me ya sor e. Çi pêwîst be emê bikin. Em wekî CHP qebûl nakin kesek ligel terorîstekî bi çek wêne bigire. Çi pêwîst be emê bikin.”

Daxuyaniya Semra Guzel li ser wêneyên hatine belavkirin...